Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê ji K24 re: Ti cihekî cîhanê ji Herêma Kurdistanê ciwantir nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê tekezî li ser bihêztirkirina zêdetir a pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê geştyarî, çand û şûnwarnasiyê de û got, ti cihekî cîhanê ji Herêma Kurdistanê ciwantir nîne.
Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê Ehmed Fekak piştî beşdarbûna di pêşangeheke taybet bi sirûşta Herêma Kurdistanê di Şeşemîn Korbenda Geştûguzariyê ya Iraqê de ji K24ê re got: “Gelo li cîhanê ti cihek hebye ji Herêma Kurdistanê ciwantir be? Ciwaniya Herêma Kurdistanê ne tenê di warê geştyarî de, belku di warê derûnî, mirovî û afirîner de jî nîşan dide.”
Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê da zanîn, di Newrozê de wezareta wî dê bi hevahengî li gel serokatiya komarê beşdarî vekirina Mala Rewşenbîrî li Silêmaniyê bibe û li cejna Newrozê jî dê li nava sirûşta ciwan û ahengên xweş ên Herêma Kurdistanê de amade bibin.
Ehmed Fekak tekez kir, pêwendiyên wan ên baş ligel sektorên geştiyar, çandî û arkeolojîk ên Herêma Kurdistanê hene.
Îro 25.02.2023an bi amadebûna şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şeşemîn Korbenda Geştûguzariyê ya Iraqê dest pê kir. Şanda Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê pêşangeheke taybet û çendîn civîn li dar xistin, ji bo balkişandina geştyaran û kompanyayên geştiyariyê bo Herêma Kurdistanê.