Li Sêrtê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Bajarê Sirtê
Bajarê Sirtê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan ji bo du hefteyan hatin qedexekirin.

Parêzgeha Sêrtê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, nav sînorên bajarê Sêrtê her cure civîn, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, kon, kampanya îmzeyan, şahî, konser, şahî, lîstikên şanoyê, xwepêşandan û hemû çalakiyên bi vî rengî heta 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, dema qedexeyê ji 1ê Adara 2023an des tpê dike û heta 15ê Adarê berdewam dibe.