Li Sûriyê nexweşiya kolerayê belav dibe: 22 kesan canê xwe ji dest dan

WHO ragihand, ji ber erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê ku bandora wê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî çêbû û 8 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dan, niha li herêmê nexweşî belav dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand, ji ber erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê ku bandora wê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî çêbû û 8 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dan, niha li herêmê nexweşî belav dibin.

Li gor nûçeya Reutersê, rêxistina berevaniya sivîl a girêdayî komên opozîsyonê yên li bakurê rojavayê Sûriyê, li herêmê nexweşiya kolerayê belav bûye û heta niha 22 kesan ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Rêxistina berevaniya sivîl ragihandiye, ji ber xisara mezin a di torên avê de û di sîstema jêrxana navçeyê de, 568 haletên nexweşiya kolerayê hatine tesbîtkirin.

Kolera nexweşiyeke wisa ye ku dibe sedema zikçûn û vereşînê û nexweşiyeke kujer e.

Fly Erbil Advertisment