Rêwaz Fayeq: Hilbijartin mijareke niştimanî ye û divê were kirin
Hewlêr (K24) – Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ragihand, amaderkariya ji bo hilbijartinan karê wan ê pêşîn e û hilbijartin mijareke niştimanî ye û divê were kirin.
Rêwaz Fayeq di konferanseke rojnamevanî de ragihand, bi şêwira ligel hêz û aliyên siyasî, karê li pêşîne yê Parlamentoya Kurdistanê, amadekariya yasayên hilbijartina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ye.
Fayeq destnîşan kir ku hilbijartin mijareke niştimanî ye û divê hemû hêzên siyasî baweriya wan bi hilbijartinan hebe.
Piştî civîna herdu dezgehên hilbijartinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê, biryar dan ku li ser asta dezgehên hilbijartinan bi hevbeşiya ligel aliyên din, gotûbêjê zêdetir bikin.