Maseya Şeşalî berbijêrê xwe yê ji bo postê Serokomariyê diyar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên opozîsyona Sûriyê “Maseya Şeşalî” îro berbijêrê xwe yê ji bo postê Serokomariyê diyar dike.
Maseya Şeşalî îro bi rojeva diyarkirina berbijêrê postê Serokoamriya Tirkiyeyê dicive. Di civîna îro de berbijêrê hilbijartinên Serokomariyê dê were destnîşankirin lê navê berbijêrî dê demeke din were eşkerekirin.
Ji bo postê Serokomariyê, herî zêde navê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbas dibe. Ji bilî Seroka Iyi-Partiyê Meral Akşenerê, hemû pêkhateyên maseyê piştgiriya Kiliçdarogluyî dikin.