Guterres derbarê Kampa Holê de hişyarî da
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres derbarê Kampa Holê de ragihand, hemû welat berpirsyar in ku welatiyên xwe vegerînin û got: “Kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye.”

Hewlêr (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres derbarê Kampa Holê de ragihand, hemû welat berpirsyar in ku welatiyên xwe vegerînin û got: “Kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye.”
Antonio Guterres li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bawer im hemû welat berpirsyar in ku welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerînin.”
Guterres îro serdana wan malbatan kir ku ji Kampa Holê bo Iraqê hatine vegerandin û behsa wê yekê kir ku Kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye.
Sekreterê Giştî yê NYê ragihand, niha dema wê yekê ye ku hemû welat wek Iraqê bikin û got: “Iraq welatiyên xwe vedigerîne û planekê jî cîbicî dike ji bo dubare vegerê û têkelbûna welatiyên wê bo nav civakê.”
Guterres destnîşan kir, ew welatiyên ku ji Kampa Holê vegeriyane Iraqê, dixwazin têkelî civaka Iraqê bibin, loma gelek girîng e ku hemû welat wek Iraqê kar bikin.
Kampa Holê bi dûriya 40 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 50 hezar kes ji malbatên çekdarên DAIŞê û penaberên Iraqî û koçberên Sûrî tê de niştecî ne, li gor amaran, piraniya kesûkarên DAIŞê yên li kampê, xelkê Iraqê ne.
In Iraq today, I met with returnees from Al-Hol camp in Syria.
— António Guterres (@antonioguterres) March 2, 2023
From here, I want to send a message to all countries that also have nationals there: they must step up their efforts to facilitate the safe and dignified repatriation of their citizens. pic.twitter.com/xzd4ZbGtlI