Kurdistan24 hewleke sextekariyê ya hilbijartinan li Kerkûkê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyariyên K24ê li Kerkûkê, Erebên Hewîce û navçeyên din ên derveyî Kerkûkê tomarên xwe yên hilbijartinan ji navendên xwe vediguhêzin navendên dengdanê yên bajarê Kerkûkê.

Li gor zanyariyên K24ê, ji 1300 kesên ku di heyama mehekê de serdana navendeke tomarkirina dengderan li bajarê Kerkûkê kirine, 600 kes ji wan xelkê Hewîce û bajarokên din bûne û tomar û navên xwe bo wê navenda li Kerkûkê veguhestine.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, di heyama dawî de 30 hezar kesan tomarên xwe yên hilbijartinan ji navendên xwe yên dengdanê bo navendên bajarê Kerkûkê veguhestine û heta niha jî ew prose berdewam e.

Di vê derbarê de Alîkarê Berpirsê Ofîsa Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûk û Germiyanê Mihemed Xurşîd ji K24ê re got: “Em bi çavê gumanê li wan hewlan dinêrin. Em di wê baweriyê de ne ku armanca vê pêngavê manîpulasyon û sextekarî ye û divê pêşî li vê hewlê bê girtin.”

Biryar e roja 18.12.2023an hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê bên kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê deriyê xwe ji bo tomarkirina partiyên siyasî û hevpeymanan heta sibe 8ê Tebaxê dirêj kiriye.