Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê dîwarên betonî ji ber şaredariyê rakirin

Pirsûs
Pirsûs

Diyarbekir (K24) - Piştî hilbijartinên 31ê Adarê ku hemû rêveberiyên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin nûkirin, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ji aliyê namzeda serkeftî ya Dem Partiyê ya hevserokatiya şaredariyê ve dîwarên betonî yên ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn danîn, hatin rakirin.

Şaredariya Pirsûsê ku di hilbijartinên 2019an de namzeda HDPê Hatîce Çevîk bi girtina ji sedî 59.36 ê dengan bûbû hevseroka şaredariyê, bi biryarnameyên bi hikumên zagonî li şuna wê jî qeyûm hatibû tayînkirin.

Di vê hilbijartinê de jî namzedên Dem Partiyê ji sedî 57.21 ê dengan girtin û Şaredariya Pirsûsê bi dest xist.

Piştî vê jî Hevseroka Şaredariya Pirsûsê Ayten Kaya, dîwarên betonî yên ku pê derdora avahiya şaredariyê hatibû girtin û bûbû sedem ku kolana çûnehatê teng bibe, hemû rakirin.

Ev kêlî ji aliyê welatiyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.