Desteya Mafên Mirovan: Bêhzad Xusrewî ji aliyê dezgehên Silêmaniyê ve radestî Îranê hatiye kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan radigehîne, “Bêhzad Xusrewî ji ber rewşa siyasî ji welatê xwe hatibû Herêma Kurdistanê, ji aliyê dezgehên asayîşa sinorê bajarê Silêmaniyê ve ji bo welatê Îranê hatiye şandin.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan îro (Duşem, 09.09.2024) li ser radestkirina Bêhzad Xusrewî ji bo Îranê ji aliyê asayîşa sinorê bajarê Silêmaniyê ve peyamek parve kir û tê de got, “Piştî lidûçûna me wekî Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan û xasma Nivîsîngeha Mafên Mirovan li Silêmaniyê, ji bo nûçeya radestkirina welatiyekî penaber ê Kurd ê xelkê Îranê bi navê Bêhzad Xusrewî ji bo dewleta Îranê, diyar bû ku ew welatî xwedan-pêdiviyê-taybet e û penaber bû û li bajarê Silêmaniyê akincî bûbû, ji ber rewşa siyasî ji welatê xwe hatibû Herêma Kurdistanê.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan herwesa got, “Lê piştî gazîkirinê ji aliyê dezgehên asayîşa sinorê bajarê Silêmaniyê ve di çend rojên borî de, ji bo welatê Îranê hat şandin, dûrî her rêkareke îdarî û qanûnî û bê hebûna çi biryar û lihevkirinan di wî warî de.”
Desteya navbirî amaje jî da ku, şandina wî welatî ji bo welatê wî berevajî benda duyê ya madeya 21ê ya destûrê Îraqa Federalî ye ku dibêje, “Nabe penaberên siyasî radestî welatên wan bên kirin an jî bi zorî ji bo wan welat û cihan bên vegerandin ên ku jê revîne”, herwesa berevajî bingehên mafên penaberîtiyê û lihevkirinên navdewletî yên girêdayî serederîkirina bi penaberan re ye.
Her wê desteyê ron jî kir, “Eger her lihevguhertinek ji bo vegerandina her penaberekî ji bo welatê wî di navbera welatan de hebe jî, divê li jêr çavdêriya navdewletî û Neteweyên Yekgirtî be û bi haydariya aliyên peywendîdar ên navxweya Herêma kurdistanê be û li dû qanûnên karpêkirî serederî bi van dozan re bê kirin.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan tekez jî kir, “Em wesa difikirin ku, divê Neteweyên Yekgirtî ji bo lidûçûna nûçeya wî welatî û parastina jiyana wî li welatê wî bên ser xetê. Em tekez jî dikin ku hemî welatiyên welatan, ku niha li Herêma Kurdistanê penaber in, wekî mêvan serederî pê re bê kirin û jiyana wan parastî be û dûrî qanûn û rêkaran çi serederiyeke din pê re neyê kirin.”