Mîhrîcana Zebeşê Diyarbekirê hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Rêveberiya Parêzgehê ya Çandiniyê ve, Mîhrîcana Zebeşê Diyarbekir ya 14emîn hat lidarxistin. Mîhrîcana zebeşên qeydkirî ku her sal li Diyarbekirê bi kevneşopî tê pîrozkirin, îsal jî bi çalakiyên curbecur hat pîrozkirin.

Mezinahî û navdariya zebeşê Diyarbekirê ku ji alîyê erdnîgarî ve hatiye diyarkirin, her sal bi çalakiyekê danasînê tê pîrozkirin. Di mîhrîcana balkêş de pêşbaziyên rengîn hatin li darxistin. Mîhricana Zebeşa bi Konsera Koroya Muzîkê ya Rêveberiya Çandinî û Daristanî ya Parêzgehê dest pêkir û pêşbaziyên wek lezxwarina zebeşan, gindirandina zebeşan bala welatiyan kêşand.

Serokê Jura Çandinîyê Suleyman İskenderoglu ji K24ê re got: “Zebeşê Diyarbekirê hem tama wî xweş e hem jî weka hinguv e. Ji herîya û ji ava Dîyarbekirê. Em vî tovî bibin Edenê zebeş wûha çênabe. Tov eynî tov lî wek hev nabe.”

Di çalakiyê de zebeşên 25 kîloyan zêdetir ji aliyê jûriyê ve hatin nirxandin. Zebeşên herî mezin ên Dîyarbekir di pêşbirkê de derket hole. Di çalakiya par de zebeşeke 36 kîlo û 900 gram bi ser ketibû. Îsal zebeşê herî giran ê mîhrîcanê 48 kîlo û 700 giram bû ku ev xelat ji aliyê jineke cotkar ve hate bidestxistin.

Yekema pêşbaziya zebeşê herî giran Îkram Atlı got: “Bi kedek giran mezin kir. min di binê 4 naylona de danî. Lemê zebeş ku çebûn min di axê de danî. Me tevrik û avdana wî kır. zehmetî kî pir me pê ra dît. Ez rojê 10 cara diçûm dorê tevrik dikir. Ez gelek ditirsîyam. Ditirsîyam ku xera bibe.”

Di mîhrîcanê de pêşbaziyên rengîn hatin encamdan û di pêşbaziya zebeşê herî giran de xelat, ji bo zebeşê 48 kîlo û 700 giram hat dayîn.

Fly Erbil Advertisment