Balyozê Fransayê li Enqerê bo Wezareta Derve hat bangkirin

Balyozê Fransayê yê li Enqerê Herve Magro bi hinceta ku "li kuçe û kolanên Fransayê li dijî Tirkiyê propaganda hatiye destpêkirin", bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Fransayê yê li Enqerê Herve Magro bi hinceta ku "li kuçe û kolanên Fransayê li dijî Tirkiyê propaganda hatiye destpêkirin", bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.

Li Parîsa paytexta Fransayê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîş hatibû kirin û di wê êrîşê de 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşê, li gelek bajarên Fransayê xwepêşandan hatin kirin.

Li ser vê yekê, bi hinceta ku "li kuçe û kolanên Fransayê li dijî Tirkiyê propaganda hatiye destpêkirin", Balyozê Fransayê yê li Enqerê Herve Magro bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.

Roja 23ê Berfanbara 2022yan li Parîsa paytexta Fransayê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîş hatibû kirin û di wê êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn, ku yek ji wan hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) bû û hat eşkerekirin ku navên herdu welatiyên din Emîne Kara û Abdurrahman Kizil e.

Êrîşkarê 69 salî yê bi navê Williams M. hatiye desteserkirin û bertekên gelek mezin li Kurdistan û cîhanê li hember vê êrîşê hatin nîşandan.