Baxçelî li ser azadkirina Ocalan: Ez li ser pêşniyara xwe rijd im
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê MHPê tekezê li ser pêşniyara xwe ya ji bo derxistina Ocalan ji zindanê û hilweşandina PKKê dike.
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Dewlet Baxçelî îro (Sêşem, 05.11.2024) careke din di çarçoveya civîneke firaksiyona xwe de di gotarekê de behsa azadkirina Ebdila Ocalan ji zindana Îmraliyê kir.
Baxçelî di derheqa azadkirina Ocalan û hilweşandina PKKê de got, “Li serdema nû ya Tirkiyeyê teror tê binbirkirin. Eger Ebdila Ocalan ku sizayê zindanîkirina heta hetayê li ser wî hatiye sepandin amade ye temambûna terorê û xwehilweşandina PKKê rabigehîne, bila bê civîna Firaksiyona Dem Partiyê û li wê derê yek bi yek rabigehîne û feydeyî ji qanûna “mafê umêd”ê werbigire.”
Li dû qanûna “mafê umêd”ê, dadgeh helsengandinê ji bo azadkirina wan zindaniyan dike yên ku 25 salan li zindanê mane, bi wî şertî ku di wê demê de “serederiya wan baş bûbe”.
Serokê MHPê tekez li ser gotinên xwe yên berê kir û amaje da, “Ez li ser gotina xwe me û li ser pêşniyara xwe rijd im. Ez bi şkandina dîwaran û rakirina nerînên li-ser-hev-kombûyî me, pêşveçûn bi vî awayî hêsantir e.”