Serjimêriya 1962.. Heta niha dora 70 hezar Kurd li herêma Cizîrê bê nasname ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hekîm kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye û bê nasname ye, ew li Sûriyeyê ji gelek mafên mirovan bêpar bû. Hekîm yek ji qurbaniyên serjimêriya 1962an e, ku nasnameya Sûrî ji sedhezaran kurdan hatin standin. Hekîm ji K24 re behsa êş û azarên xwe û zarokên xwe weke kesên bênasname dike.

Di 23ê Tebaxa 1962an de, biryarnameya komarî ya bi hejmara (93) derket. Li gorî wê biryara siyasî serjimêrek ji niştecihên herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê re hate kirin û nasnameya Sûrî ji sedhezaran kurdan hatin standin. 

Hekîm jî yek ji qurbaniyên wê biryarê ye. Hekîm dibêje, wê demê zêdeyî 150 hezar kurd ji nasmaeya sûrî bêpar hatin hîştin û bi dirêjahiya wan salan ji mafên xwe yên welatbûnê bêpar man. 

Hekîm dibêje: “Sala 1962an di proseya serjimêriyê de, nasnameya Sûrî ji dora 150 hezar kurdan li parêzgeha Hesekê hat standin. Em jî yek ji wan malbatan bûn ku em nasname man û ji wê demê ve me gelek astengî û azar kişandin.” 

Kurdên bê nasname, du beş bûn. Beşke bi navê “biyan” û beşek jî bi navê “bêqeyd” dihatin naskirin. Heta sala 2011 hejamra kurdên bê nasname zêde bû, ji ber ku kesê dê û bav, yan yek ji wan biyanî yan bêqeyd ban, ew jî bê nasname dima. Tevî ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di sala 2011an fermana dana nasnameya Sûrî bo wan kesên bê nasnamere da, lê bi gotina parêzerekî hê jî zêdeyî 70 hezar kurd bê nasname ne. 

Parêzer Mehmûd Omer dibêje: “Heta îro jî encamên wê serjimêriya şoven yên xirap hene. Desthilata Şamê piştî şoreşa di sala 2011an de, xwast kurdan bide aliyekî û hinekî ji wê projeyê vegeriya, lê mixabin ji encama wê serjimêriyê 70 hezar kes bê qeyd in û bê nasname ne.” 

Serjimêriya 1962 di serdema Nazim El-Qudsî de, ku serokê wê demê yê Sûriyeyê bû û di rojekê de kurdên li parêzgeha Hesekê ji mafên wan yên siyasî, medenî, aborî bêpar kir, ku ew yek bandoreke mezin li jiyana wan û nifşên piştî wan jî kir.