Ji ber hişkesaliyê, li Rojhilatê Kurdistanê jiyana bi hezaran balinde di metirsiyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Talava (herêma avî) Kanî Berazan a li nêzîkî bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê, ku stargeha bi hezaran balinde û ajalên kûvî bû, ji ber hişkesaliyê û guherîna keşûhewayê bi temamî ziwa bû. Jîngehparêz vê yekê weke "fêlciyeke jîngehî" binav dikin, di heman demê de gundiyên deverê bi hewldaneke mirovî hewl didin ajalên mayî ji tîbûnê rizgar bikin.
Talava Kanî Berazan, ku 30 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Mehabadê ye, bi temamî hişk bûye û dilopek av jî tê de nemaye. Ev hişkesalî ne tenê ziyaneke mezin gihandiye sektorên çandinî, ajaldarî û geştyariyê li herêmê, lê di heman demê de bûye sedema fikarên kûr ên jîngehparêzan.
Ev talava ku jîngeha bi hezaran balinde, ajalên kûvî û gelek corên masiyan bû, niha bûye çolistanek. Beşek ji zindeweran ji ber bêaviyê telef bûne, beşekî din herêm terikandine û yên ku mane jî di bin metirsiya tunebûnê de ne.
Jîngehparêz Aso Silêmanpûr ji K24ê re ragihand û sedemên sereke yên vê karesatê wiha rêz kir: "Sedema sereke kêmbûna rêjeya baranê ye. Herwiha, guherîna keşûhewayê û awayên avdanê yên bêserûber ku ji aliyê cotkaran ve tên bikaranîn, faktorên din ên girîng in."
Li hemberî vê karesatê, gundiyên deverê dest bi hewldaneke mirovî kirine. Wan li navenda talavê çalek kolane û bi pompekê ava vexwarinê ji bo balinde û ajalên ku mane dabîn dikin.
Remezan Şel, rûniştevanê gundê Xurxurê, ji K24ê re got: "Me weke karekî mirovî li vê derê çalek çêkir da ku balinde karibin avê vexwin. Her çend av kêm be jî, di vê neçariyê de her baş e. Li gelek cihan ji ber bêaviyê metirsiya mirina hejmareke mezin a balindeyên avî heye."
Talava Kanî Berazan, di dema ku têr av bû, xwedî rûbereke 1050 hektarî û kûrahiyeke 60 santîmetreyî bû. Ew stargeha 180 corên balindeyan û gelek corên ajalên din bû. Hinek ji van balindeyan, weke Werdeka ser spî, Werdeka mermerî û Zîqawle, ji berê de di bin metirsiya tunebûnê de bûn. Niha bi hişkbûna talavê re, jîngehparêz ditirsin ku ev corên nadir bi temamî ji holê rabin.
Gundî û jîngehparêz bi hêvî ne ku bi destpêkirina baranên payizê re, ev jîngeha girîng careke din zindî bibe.