Li Zaxoyê navçeyeke pîşesaziyê ya modern tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, kar di projeya avakirina navçeyeke pîşesaziyê ya modern de berdewam e. Ev proje weke yekem navçeya pîşesaziyê li ser asta Herêma Kurdistanê tê dîtin ku li gorî masterplaneke pêşketî tê cîbicîkirin û tê payîn ku bibe navendeke girîng a aborî û bazirganiyê li herêmê.
Proje li cihekî stratejîk, li gundê Hêtiyan ê ser bi nahiyeya Rizgarî ve ye û tenê 10 deqeyan ji Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl dûr e. Niha qonaxa yekem a projeyê ku avakirina binesaziyê wekî rê, torên av û elektrîkê li xwe digire, dest pê kiriye.
Endezyarê serperiştkarê projeyê Sîzar Şakir ji K24ê re ragihand: "Rûberê projeyê zêdetirî 800 donimî ye û gelek beşên cuda yên wekî embarên asayî û yên bi sarker, kargehên xwarinê, pîşesaziya petrokîmyayî, herwiha pîşesaziya taybet bi otomobîlan, pêşangeh, bank û navendên xizmetguzariyê li xwe digire."
Yek ji girîngiyên sereke yên vê projeyê ew e ku derfetên kar ji bo xelkê herêmê peyda dike. Li gorî gotinên Endezyar Sîzar: "Sedî sedê karker û karmendên projeyê xelkê Zaxo û derdora wê ne."
Tê payîn ku proje ne tenê fişarê li ser navenda bajarê Zaxoyê kêm bike bi veguhestina kargeh û pîşesaziyan bo derveyî bajêr, lê di heman demê de bibe sedema vejandina aboriya herêmê û peydakirina derfetên kar ên zêdetir.
Bujeya giştî ya projeyê şeş milyar dînar e û ji aliyê veberhênerekî xelkê Zaxoyê ve tê cîbicîkirin.