Konsula Amerîkayê: Herêma Kurdistanê ji bo bazirganiyê xwedî jîngeheke guncaw e

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsula Amerîkayê li Hewlêrê Wendy Green di konferanseke hevbeş a aborî de ragihand, Herêma Kurdistanê xwedî jîngeheke baş û guncaw e ji bo bazirganiyê û tekez kir ku Amerîka dixwaze veberhênanên xwe li herêmê zêdetir bike.
Ev daxuyanî îro 8ê Îlona 2025an, di çarçoveya Konferansa Hevbeş a Jûra Bazirganî û Aborî ya Kurdistanê û Jûra Bazirganî ya Amerîkayê de hat dayîn, ku tê de derfet û astengiyên li pêşiya veberhênanê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Konsula Amerîkayê Wendy Green di axaftina xwe de got: "Jûra Bazirganî ya Amerîkayê pabend e ku pêwendiyeke aborî ya bihêz di navbera Amerîka û Herêmê de ava bike. Em dixwazin pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê hîn bihêztir bikin."
Green herwiha da zanîn, pêwîst e Amerîka veberhênaneke zêdetir li vê herêmê bike û wiha axivî: "Jîngeheke pir baş a bazirganiyê li Herêma Kurdistanê heye. Hatina şandeke bazirganî ya bi vî rengî, nîşana pêwendiyeke xurt a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye. Ev herêm xwedî daxwazeke mezin e ji bo veberhênan û berhemên Amerîkî."
Herwiha tekez kir, Jûra Bazirganî dê bi rêya avakirina pêwendiyan van pêdiviyan dagire û bibe pireke girîng di navbera her du aliyan de.
Konferansa hevbeş a ku îro li Hewlêrê dest bi karên xwe kir, Jûra Bazirganî û Aborî ya Kurdistanê bi veberhêner û bazirganên Kurdistanê re û Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bi veberhêner û bazirganên wî welatî re anî cem hev.