Axios: Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê bi nehênî çûye Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka dilgiraniya xwe derbarê tundûtûjiya li dijî kêmîneyan li Sûriyeyê, gihand Wezîrê Derve yê Sûriyeyê.
Pêgeha Amerîkî “Axios” aşkere kir, Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê Daniel Rubinstein dilgiraniya Washingtonê gihand Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şîbanî, derbarê tundûtûjiya li dijî kêmîneyên Sûriyeyê û endamên berê yên rêjîma berê tên kirin.
Axios da zanîn: “Rubinstein bi nehênî serdana Şamê kiriye û bi Şîbanî re civiyaye û daxwaz ji berpirsên Sûriyeyê kiriye ku divê bilez êrîşên bi vî rengî rawestin, ji ber ku ewê hewldanên ji bo aramkirina welat têk bibe.”
Li gor Axiosê, Wezîrê Derve yê Sûriyê tekez kir ku ew kesên tundûtûjiyê li dijî kêmîneyan pêk anîne, ne endamên Heyet Tehrîr El-Şamê ne.
Heftiya borî li bajarê Tertûsê şer û pevçûnên çekdarî di navbera çekdarên ser bi rêjîma Esed û polîsên ser bi rêveberiya nû ve derketibûn. Li gorî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê jî, 14 polîs û çend çekdar hatine kuştin.
Çend vîdyoyên ku li medyaya civakî belav bûn jî, nîşan didin ku çekdarên - ku tê îdiakirin ku ser bi HTS an hêzên ewlekarî yên hikûmeta nû ve ne- li kesên elewî dixin, nifir û rûreş dikin.
Pêkhateyên Elewî, Kurd û Durziyan jî dilgiraniya xwe derbarê wê bûyerê de anîn ziman ku ew ê jî bên armanckirin.