Hinardekirina Diyarbekirê par ji sedî 7 zêde bû
Diyarbekir (K24) – Li gorî daneyên hatine ragihandin, hinardeya Diyarbekir di sala 2024an de %7 zêde buye ku karsaz dibêjin li gorî daneyên nehatine tomarkirin hinardeya salane ya Diyarbekirê ji 400 milyon dolarî zêdetir e. Nûnerên qada bazirganiyê amaje dikin ku eger têkiliyên bi herêma Kurdistanê re baştir bibin û deriye sînorî yê nisêbînê yê li gel qamişloyê jî vebe dê sûdek mezin bide aboriya Diyarbekirê û tevahiya herêmê ku bo vê yekê xebat didomin.
Meclîsa Hinardekaran a Tirkiyeyê dide zanîn ku hinardeya salane ya Diyarbekirê ku sala 2023yan de 231 milyon û 216 hezar dolar bû di 2024an de buye 245 milyon û 302 hezar dolar. Nûnerên karsazan didin zanîn ji ber ku gelek kompanî kelupelên xwe li ser navê kompaniyên nêzîkî sînor dişinin hinardeya Diyarbekirê li gorî daneyên rastî kêmtir xuya dike û di rastiyê de hinardeya Diyarbekirê ya salane ji 400 milyon dolarî jî zêdetir e û bi gavên nu pêkan e ku gelek baştir jî bibe.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “%60ê hinardeya Diyarbekir bi Iraqê re ye û pirraniya wê jî bi Herêma Kurdistanê re ye û divê hikumeta navendî ya Iraqê astengiyên pêşiya hinardeyê bide rakirin, qasî ku me bihistiye hikumeta navendî ya Sûriyê jî bi HSDê re li hev kiriye ku deriyan kontrol bike û divê Tirkiye jî êdî deriyê Nisêbînê vebike û bazirganiyê bide destpêkirin. Dema ev jî pêk were dê sudek mezin bide aboriya Diyarbekir. Em jî amadekariyan dikin wek jurên herêmê bi civînekê bangewaziyê li Enqereyê bikin.”
Derbarê pêşxistin û geşepêdana aboriya Diyarbekirê de nûnerên karsazan balê dikêşin ku divê navbera karsazan de hevahengiyek xurt hebe û aramiyek mayînde li bajêr pêk were.
Serokê Komeleya Karsazan a Şêrên Anatolya yê Diyarbekir Mehmet Îhsan Aytekîn dibêje: “Di hinardeya Diyarbekir de pêşketinek heye û her ku diçe zêde dibe lê bi ya min hîn jî ne di asta tê xwestin de ye. Berî her tiştî divê hemu karsazên Diyarbekir îdeolojiyên xwe deynin aliyekî û bo geşepêdana bajêr hevahengiyekê dirust bikin. Her wiha di warê ewlehiyê de jî divê veberhêner bêxem bin û sermiyanên xwe bînin. Wê demê Diyarbekir dikare di rojhilatanavîn de jî di qada bazirganiyê de bibe navendek girîng.”
Karsaz didin zanîn ku eger potansiyela Diyarbekirê ya di warê çandinî û pîşesaziyê de baş were bikaranîn pêkan e ku hinardeya salane ya Diyarbekir xwe li 1 milyar dolarî jî bide.