Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê pêşxistina peywendiyên dualî gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Daniel Rubinstein kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, pêşxistina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê de hat gotûbêjkirin. Derbarê peywendiyên Hewlêr-Bexdayê de, hewl û tedbîrên ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û pêngavên avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.
Her du aliyan diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi erênî nirxandin. Herwiha hêvî xwestin ku aliyên ku di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de biser ketine, bigihin rêkeftinekê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de.
Di mijareke din a hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û rewşa Kurd li wî welatî û hewlên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.