Hakan Fîdan: Divê PKKê dest bi proseya hilweşandinê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan daxwaz ji PKKê kir ku proseya hilweşandinê dest pê bike û banga Ocalan bi cih bîne.
Fîdan di bernameyeke televîzyonî de behsa pêvajoya nû ya aştiyê kir û ragihand, banga Ocalan a ji bo çekdanîn û hilxweşandina PKKê, gaveke dîrokî ye û divê PKK guh bide banga Ocalan û pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got jî: Ev bang ji alîyê damezrênerê PKKê ve hatiye kirin, lewra gelek giring e, divê PKK bihaneyan negire û dest bi proseya xwe hilweşandinê bike.
Li gorî Hakan Fîdan, diviyabû PKK berî demeke dirêj xwe hilweşanda, lê hinek hêzên derve PKK xapandin û nehîştin xwe hilweşîne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê hişyarî da jî, eger PKK careke din guh bide aliyên din û bê xapandin, ew dizanin ku Tirkiye ji her senaryoyekê re amade ye.
Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di demekê de ye, Hevserokê KCKê Cemîl Bayîk, ku di heman demê de yek ji damezrînerên PKK) ye jî, bi pêwîst dibîne ku, şert û mercên guncayî ji bo lidarxsitina kongireya PKKê bên peydakirin.