Huseyin Bagcî: Tirkiye êdî nikare daxwaza çekdanînê li YPGê bike

Enqere (K24) – Karvedanên peymana di navbera HSDê û Rêveberiya Şamê de hatiye îmzekirin berdewam in. Niha jî ne diyar e ku dê Tirkiye politikaye çawa li Sûriyeyê bimeşîne ji ber ku heta niha YPG û PYDê weke rêxistina terorî dibine. Akademîsyen û pispor jî dibêjin ev peyman ji ber fikarên Tirkiye bi şîretên Emerîkayê pêk hatiye lê didin zanîn bi entegrasyona HSDêre dê Tirkiye jî êdî nema bikaribe daxwazê YPGê an jî PYDê bike ku çêkan deynê.

Karvedanên peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatiye îmzekirin berdewam in. Ligel ku gelek aliyan piştgriya xwe bo vê peymanê ragihandiye Tirkiye PYD ango YPGê weke rêxistineke terorî dibine û dibêje divê xalên vê peymanê û radestîkirina çekan, sînoran, deriyên gumrikan û çavkaniyên petrolê yên di destê van hêzan de bo Rêveriya Nû ya Şamê bê kirin.

Yek ji akademîsyenê Zanîngeha Teknîk ya Rojhilata Navîn (ODTU) jî amaje dike; ger ev peyman birastî bê cibicîhkrin êdî ew daxwazên Tirkiye yên bo çekdanîna YPGê jî dê ji hole rabin û nikaribe êdî daxwaze wisa bike.

Akademîsyenê Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagcî ji K24ê re got: “Bi îmzekirina vê peymanê jî rewşeke geşbîn derket holê. Aliyê Tirkiyeyê ve, dixuye ku dê kêşeya terorîzma dersînorî ji holê rabe.Ji rêxistineke di kontrola hikumeta Sûriyeyê de, dê êrîşek bo Tirkiye pêk neyê. Dê Tirkiye û dewletên din jî êdî nikaribin bi domdarî xwedî hêzên leşkerî bin di xaka Sûriyeyê de. Di vê qonaxê de biya min ji bo dabînkirina îstîkrara Sûriyeyê di navbera Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê de jî yekîtiya politîkayê heye ku li Rojhilata Navîn Dewleteke Kurdan neyê avakirin. Lê bi peymanê êdî zehmet e Tirkiye jî, ji YPGê daxwaza çekdanîne bike ji ber ku ber bi entegrasyona rêvebiriya Sûriyeyê ve diçe.”

Ligel karvedanên vê peymanê didomin û tê meraqkirin dê di pratîkê de kî xwedî çi mafan be pisporekî Têkiliyên Navneteweyî jî dide zanîn ku ev peymana di navbera HSDê û Sûriyeyê de bi şîret û beralîkirinên Emerîkayê pêk hatiye.s

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Engîn Oktem dibêje: “Beriya Mezlûm Abdî biçe Şamê bi fermandarê CENTCOMê Kurilla re civiya ye. Li gorî zanyariyên me jî di hevditinê de ji aliyê Emerîkayê ve fikarên Tirkiye jî hatine ziman û gotine biçe Şamê, bi hikumetê re li hev were. Çimkî Ebdî piştî vê hevdîtinê yekser diçe Şamê û bi firokeya Emerîkayê diçe. Ji ber wê dê ev peyman bigihîje encameke ne diyar e, hin xalên wê ne zelal in. Meseleya herî giring jî yekbûna artêşa ne. Gelo dê sîstemek çawa be. Ji ber ku HSD li Sûriyeyê xwedî artêşa herî birêkûpek û xwedî disîplîn e û dê giraniya wê li ser artêşê jî hebe.”