Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî mijara pêkanîna kabîneya nû gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pêkanîna kabîneya dehem û çend mijarên din de, bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicivin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî îro 16ê Adarê li Hewlêrê dicivin.
Diyar kir jî, di civînê de behsa pêkanîna kabîneya dehem, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li navçeyê tê kirin.
Her di vê derbarê de, Nivîsgeha Serokê YNKê belav kir, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 16ê Adarê li Hewlêrê bi Serokê YNKê Bafil Talebanî re dicive.
Destnîşan kir jî, di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq, navçeyê, encamên siyasî, amadekariyên bo pêşhatan û pêkanîna kabîneya nû dê werin gotûbêjkirin.