Pêşbînî tê kirin peyama Ocalan di ahenga Newrozê ya Diyarbekirê de bê xwandin

Ahenga Newrozê li Diyarbekirê
Ahenga Newrozê li Diyarbekirê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandiyê K24ê ji bo bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê Hêro Mewlûdî dibêje, “Ihtîmaleke zêde heye ku peyama Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan li nav ahenga milyonî ya îro ya bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê bê xwandin.”

Hêro Mewlûdî amaje da, “Peyama Serok Barzanî bi rêya şandeke Herêma Kurdistanê gehiştiye ahenga Newrozê ya bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê.”

Navbirî ron jî kir, “Perlemanterên Dem Partiyê ji K24ê re ragehandiye ku, sirpirayzek dê li nav wê ahengê hebe. Bi ihtîmaleke zêde jî ew sirpirayz dê pêşkêşkirina peyama Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan be.”

Şandiyê K24ê ji bo ahenga Newrozê ya Diyarbekir eşkere jî kir, “Zêdetirî 10 hezar polîs û serbazan ewlehiya wê ahengê diparêzin, 629 medyayên cîhanî jî wê ahengê romal dikin ku her yek ji Dem Partî û Partiya Herêma Demokrat û Tevgera Jinan li meydana Newrozê rêk xistiye.”

 
Fly Erbil Advertisment