Parlamanterê AK Partiyê: Prose bi erênî birêve diçe

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê hemû çav li geşedanên proseya aştiyê ango bi pênasikirina hikumetê Proseya Tirkiyeya Bê Teror e. Endamê Şandeya Îmraliyê û parlamentere Dem Partiyê Sirri Sureyya Onder 15ê Nîsanê krîza dil lê da û metirsî li ser jiyana wî heye. Lê ji aliyê desthilatê ve hate ragihandin Onder aktorekî girîng e lê prose dîsa dê bi îrade bidome. Parlamenterekî Ak Partiyê jî piştrast dike ku prose bi erênî birêve diçe. Lê opozîsyon jî dibêje em piştevaniyê dikin bes prose girtî û di navbeyna kadroyeke teng de dimeşe.

Biryar bû di çarçoveya pêvajoya aştiyê de 18ê Nîsana 2025an derbarê gavên yasayî yên ji bo pêvajoyê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bicive. Lê şeva 15ê Nîsanê krîza dil li endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder da ku hêj jî metirsî li ser jiyana wî heye û ev civîn heta demeke nediyar hate taloqkirin. Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk jî li nexweşxaneya ku Onder lê tê dermankirin ragihandbû ku her çiqas Onder aktorekî girîng yê proseyê jî bê dê dîsa hewl bê dayîn ku prose bi heman bibiryarî û îradeyê bimeşe.

Wezîrê berê yê dewletê û niha jî Parlamanterê Stenbolê yê Ak Partiyê Mehmet Salîm Ensaîoglu jî dide zanîn ku prose bi êrênî birêve diçe û piştî çekdanînê dê li parlamentoya Tirkiyeyê bo pêvajoyê xebat hebin.

Parlamenterê Stenbolê yê Ak Partiyê û Wezîrê Berê yê Dewletê Mehmet Salîm Ensarîoglu ji K24ê re got: “Bi ya min dê nîvê meha Gulanê çêkdanîn pêk were. Piştre jî dê li parlamentoyê bi gotûbêjan û tiştên ku divê bên kirin yên di warê yaseyî de xebat çêbibin. Êdî ciwanê Tirk û Kurd dewleteke cuda nafikirin. Dibe ku daxwaza mafên demokratîk û yaseyî hebin, dê ev bên nîqaşkirin û dê ev nebin kêşe. Pirsgirêkeke giran di holê de nîne, tişta giran mirina mirovan bû, ya giran sîleh bû di navbera me de. Dayikên me yên Kurd û Tirk digiriyan. Bi dawîbûna çekdanînê em dê vê li parlamentoyê bi rihetî çareser bikin. Ji ber ku ez weke parlamenterekî Ak Partî dizanim ku prose bi êrênî birêve diçe.”

Aliyekî din ve zêdetirîn partiyên opozîsyona Tirkiyeyê piştgiriyê didin proseya çareseriya Pirsa Kurd lê daxwaza wan sereke jî ew e ku hemû şaxên vê proseyê li parlamentoyê bên meşandin û bi awayekî jidil û zelal prose birêve biçe.

Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Saadetê û Serokwekîle Koma Parlamentoyê Bulent Kaya dibêje: “Prose girtî û di navbera kadroyeke teng de dimeşe. Serdanên şandeya Îmralî û hevserokên DEM Partiyê bo partiyên siyasî gelekî bi qîmet dibînin. Lê em Ak Partiya ku aktor û nûnera sereke ya proseyê ye ku partiyên din bo proseyê agahdar nake yan jî em nizanin xwedî çi helwestê ye, ji aliyê agahdarkirin û zelaliyê ve kêmasiyeke gelekî cidî dibînin. Divê ji partiyên siyasî re bibêjin bê çi dixwazin ku em jî bikaribin alîkariyeke, kêmasî hebin em rexneyên xwe derbarê proseyê de bikin. Lê helbet em piştgiriya proseyê dikin, danîna çekan jî dê ji bo hemû kesan bibe destpêkek nû.

Li Tirkiye proseya çareseriya Pirsa Kurd bi çekdanîn û hilweşîna PKKê ve girêdayî ye. Aliyê hikumetê ango desthilatê her dubare û teqez dike ku heta ev yek pêk neyê dê tu neyên avêtin. Her çiqasî bo kombûna kongreya PKKê meha Gulanê û temambûna proseyê meha Hezîranê bê nişandan jî hêj bi awayekî zelal û fermî tiştekî eşkere nîne.