Dihok 56 sal in parêzgeh e: Bajarê pêkvejiyan û geştyariyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 27ê Gulana 2025an, 56 sal di ser ragihandina Dihokê weke parêzgeheke serbixwe re derbas dibin. Dihok di 27ê Gulana sala 1969an de bi fermî bû parêzgeh û yek ji çar parêzgehên Herêma Kurdistanê ye. Navenda parêzgehê bajarê Dihokê bi xwe ye.
Parêzgeha Dihokê dikeve navbera zincîreçiyayên Şindoxa li başûr, Çiyayê Spî li bakur û Çiyayê Mam Sîn li rojhilat. Hejmara niştecihên parêzgehê zêdetirî milyonek û 600 hezar kes tê texmînkirin. Li parêzgehê Kurd, Keldan, Aşûrî û Ermen bi hev re dijîn, û niştecihên wê şopînerên olên Îslam, Mesîhî û Êzidî ne. Ji ber vê pirrengiya xwe, Dihok weke "Bajarê Pêkvejiyanê" tê naskirin û yek ji bajarên herî xweş û dilgîr ên Herêma Kurdistanê tê hesibandin.
Ji bilî vê taybetmendiya xwe ya pêkvejiyanê, parêzgeha Dihokê di heman demê de weke navendeke girîng ji bo koçber û penaberan jî tê dîtin. Bi taybetî piştî êrîşên DAIŞê û şerê navxweyî yê Sûriyeyê, zêdetirî nîv milyon koçber û penaber ji netewe û olên cuda berê xwe dane vê parêzgehê û li çend kampan hatine bicihkirin.
Parêzgeha Dihokê ji heft qezayan pêk tê: Dihok (navend), Zaxo, Akrê, Amêdî, Sêmêl, Şêxan û Berdereş. Ew bi Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) û Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) re hevsînor e.
Li parêzgehê gelek şûnwarên dîrokî yên kevnar û kevirên kolandî hene. Herwiha, gelek navendên rewşenbîrî û çandî, tevî zanîngehên hikûmî û taybet, lê hene.
Di serdema kabîneyên cuda yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, gelek projeyên mezin ên veberhênanê li parêzgeha Dihokê hatine cîbicîkirin, ku ev yek Dihokê kiriye yek ji parêzgehên herî balkêş ji bo sektora geştyariyê. Li gorî amarên Rêveberiya Geştyariyê ya Dihokê, nêzîkî 900 cih û navendên geştyarî li parêzgehê hene.
Tenê di sala 2024an de, di çarçoveya karûbarên Serokatiya Şaredariya Dihokê de, 139 proje di navenda bajarê Dihokê de hatine cîbicîkirin an jî rezamendî ji bo wan hatiye wergirtin, ku ev jî nîşana berdewamiya geşepêdanê li parêzgehê ye.