Ocalan: Pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû dibe

Ocalan
Ocalan

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî hevdîtina xwe ya bi Ocalan re, Şanda Îmraliyê di ragihandinekê de got ku, tenduristiya Ocalan pir baş e û baweriya wî bi rola vê pêvajoyê di demokratîkkirina Tirkiyeyê de pir xurt e.

Piştî hevdîtina xwe ya bi Ebdila Ocalan re, Şanda Îmraliyê Îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de amaje da, “Tenduristiya Ocalan pir baş bûye.”

Wan du seet û nîvan hevdîtineke pir baş kiriye. Herwesa Ocalan tekez li ser wê yekê kiriye ku ew pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Bi wan gavên nû yên ku ji bo wê pêvajoyê hatine avêtin re, berpirsiyariya pêkanîna tiştên pêdivî dikeve ser milên gişt aliyan.”

Ocalan di derheqa girîngiya hevdîtina di navbera Şanda Dem Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê de amaje da ku ew hevdîtin dê dîrokî be, herwesa tekez kir ku ew komîsyona biryar e li parlementoya Tirkiyeyê bê damezrandin di rêya aştî û çareseriyê de roleke sereke bilîze.

Herwesa Şanda Îmraliyê amaje daye ku, hêvî û baweriya Ocalan bi rola vê pêvajoyê di demokratîkkirina Tirkiyeyê de pir xurt e.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment