Komisyarê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyarê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji ber biryara wê ya ku welatiyên Sûriyeyê yên ku li Herêma Kurdistanê xwecih in destûra 60 rojan heye û dikarin bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegerin welatê xwe.
Komisyarê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Biryara destûra 60 rojî ji bo hemî penaber û welatiyên Sûriyeyê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, ku ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dan, rêyeke qanûnî û hêsankariyan ji bo vegera penaberan peyda dike, xasma jî ji bo wan kesên ku vîzeyên wan qediyane an jî nekarîne destûrnameyên xwe yên rûniştinê nû bikin, di vê demê de cezayê zêdetir manê wekî ku rê pê hatiye dan tê rakirin, ev jî berbesteke berçav ji bo gelek kes û malbatan radike.”
Komisyarê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekgirtî amaje jî da, “260 hezar penaberên Sûriyeyî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Piştî tomarkirinê, penaber dikarin peywendiyê bi rêveberiyên destûrnameyên rûniştinê re bikin, da ku belgenameyên ku ji hêla hikûmetê ve hatine dan bistînin. Ev yek jî dê ji bo gihîştina hejmareke xizmetên giştî û alîkariyan di dema mana wan li Iraqê de rêxweşker be, û herwesa dê rêyê bide hemî welatiyên Sûriyeyê, bi penaxwaz û penaber ve, ku bêyî rastî cezayan bên vê belgenameyê bistînin.”
Komisyarê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekgirtî ron jî kir, “Ev biryar dibe sedema wê yekê ku welatiyên Sûriyeyî bi rêyeke hêsan vegerin; bi rêya Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê an jî bi rêya deriyê sînorî yê Pêşxabûrê.”
Ev biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji roja 15ê Hezîranê ve ketiye di warê bicihanînê de.