KCK: Merasîma çekdarkirinê dê dûrî çavên medya û rojnamevanan be

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê merasîma çekdanîna komeke endamên PKK'ê de daxuyaniyek da û ragihand, di plana merasîmê de guhertin hatiye kirin. Li gor daxuyaniyê, ji ber "sedemên ewlehiyê", dê rê neyê dayîn ku ti dezgeheke medyayê merasîmê bi awayekî zindî bişopîne.

Beşa Çapemenî û Medyayê ya KCK'ê, bi rêya e-maileke bi zimanê Îngilîzî ji bo wan rojnamevanên ku forma şopandina merasîmê dagirtibûn, daxuyaniyek şand. Di daxuyaniyê de tê gotin: "Ji ber rewşa ewlehiyê, di awayê birêveçûna merasîma çekdanînê ya li Silêmaniyê de guhertin hatiye kirin."

Hate tekezkirin ku merasîm dê li cih û dema xwe ya diyarkirî, lê bêyî amadebûna rojnamevan û medyakaran birêve biçe.

Li gorî e-maîla ku KCK'ê şandiye û kopiyeke wê ketiye destê Kurdistan24, tevahiya merasîma çekdanînê dê were tomarkirin û piştre li ser ekraneke li nêzîkî cihê merasîmê ji bo medyayê were nîşandan.

Pêştir Ajansa Nûçeyan a Associated Press (AP) li ser zarê çend çavkaniyan ragihandibû, tê çaverêkirin pêvajoya çekdanînê di navbera 10 û 12'ê vê mehê de li parêzgeha Silêmaniyê dest pê bike. Li gor AP'yê, ev dê bibe gava yekem a nîşandana niyeta pak a PKK'ê ya li hemberî Tirkiyeyê.

Ajansa Amerîkî herwiha da zanîn, PKK dê çekên xwe "tune bike" û radest neke, hejmara endamên ku di gava yekem de çekan datînin jî dê di navbera 20 û 30 kesan de be.

 
 
Fly Erbil Advertisment