Serokê CHP'ê: Em piştgiriyê didin merasîma danîna çekan a PKK'ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel di daxuyaniyeke nû de derbarê pêvajoya aştiyê de ragihand, derfeteke dîrokî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd derketiye holê û tekez kir ku partiya wî piştgiriyê dide merasîma danîna çekan a PKK'ê.

Ozel destnîşan kir, derfeteke zêrîn heye ku pirsgirêkeke 100 salan were çareserkirin û Tirkiye ji "kêşeya terorê" rizgar bibe. Herwiha got: "Pêwîst e Kurd û Tirk destên xwe bidin hev û vê derfetê bikar bînin."

Serokê CHP'ê herwiha hişyarî da û got: "Eger ev derfet ji dest biçe, careke din derfeteke wiha ji bo çareseriyê dernakeve pêş." Li gorî Ozel, eger ev derfet baş were nirxandin, eger heye ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û ev yek jî dê ji bo paşeroja her kesî gelek baş be.

"Beşdar nebin jî, em piştgiriyê dikin"

Derbarê merasîma danîna çekan a PKK'ê de, Ozgur Ozel eşkere kir, DEM Partiyê gelek partî, di nav de CHP jî, vexwendiye merasîmê. Lê belê, wî da zanîn, bi egereke mezin ew ê wek partî nikaribin beşdarî merasîmê bibin.

Ozel tekez kir, beşdarnebûna nûnerê CHP'ê nayê wateya ku ew piştgiriyê nadin pêvajoyê û got: "Amadenebûna me di merasîmê de nayê wê wateyê ku em piştgiriya pêvajoya danîna çekan nakin. Berevajî vê, em piştgirî û pêşwaziyê li merasîma danîna çekan dikin."

Pêştir, Ajansa Nûçeyan a Associated Press (AP) li ser zarê çend çavkaniyan ragihandibû, tê çaverêkirin pêvajoya çekdanînê di navbera 10 û 12'ê vê mehê de li parêzgeha Silêmaniyê dest pê bike.

 
Fly Erbil Advertisment