KCK: Em ê li gorî banga nû ya Ocalan gavên şênber bavêjin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, piştî weşandina banga vîdyoyî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 19'ê Hezîranê, di daxuyaniyekê de ragihand, ew ê li gorî banga nû gavên şênber bavêjin û ji bo serketina pêvajoya aştiyê careke din biryardariya xwe nîşan da.

KCKê îro 10ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got, weşandina deng û dîmenê Ocalan cihê kêfxweşiyê ye û ev banga nû wekî "dîrokî" binav kir.

KCK’ê destnîşan kir, ew bi temamî piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: "Me heta niha li gorî berpirsyariya xwe gavên stratejîk avêtine, lê em dibînin ku Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê heman gav neavêtine."

KCK'ê ragihand, ew ê gavên ku Ocalan di banga xwe ya nû de destnîşan kirine, bi cih bînin. Lêbelê, di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku pêvajo bi awayekî yekalî bipêş nakeve û ji bo serketinê du şertên bingehîn hatin danîn:

1.    Divê esareta Rêber Apo bidawî bibe û şert û mercên azadiya wî bên avakirin.

2.    Divê ji bo siyaseta demokratîk, zemîna hiqûqî û siyasî were amadekirin û Meclîs însiyatîfê bigire.

KCK'ê di dawiyê de careke din tekezî li ser biryardariya xwe ya ji bo avêtina gavên nû kir û bang li hemû aliyan kir ku bi heman hesta berpirsiyariyê tevbigerin.

 
 
Fly Erbil Advertisment