Buldan Piştî Civîna bi Bahçelî re: Me careke din nêrînên erênî bihîstin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya "prosesa nû ya aştiyê" de, şandeke DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya. Piştî civînê, Pervîn Buldan ragihand, wan careke din nêrînên Bahçelî yên erênî derbarê prosesê de bihîstine û tekezî li ser pêwîstiya diyalog û helwesteke hevbeş kir.
Şanda DEM Partiyê ku ji endamên Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk dihat, îro 16ê Tîrmehê li Navenda Giştî ya MHPê bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re civiya.
Piştî hevdîtinê, Pervîn Bûldan di daxuyaniyekê de naveroka civînê û gavên pêşerojê eşkere kir û got: "Me careke din nêrînên erênî yên birêz Bahçelî derbarê prosesê de bihîstin. Em ê ligel aliyên opozîsyonê û pêkhateyên Tifaqa Cumhur civîn û hevdîtinên xwe yên derbarê prosesê de berdewam bikin. Bi taybetî di qonaxa avakirina komîsyonê de, pêwîstiya me bi hevdu heye. "
Herwiha got: "Pêwîstiya me bi diyalogê heye. Pêwîstiya me bi helwesteke hevbeş heye. Em ê di her qonaxekê de serokên giştî yên partiyên siyasî agahdar bikin. Ji bo ku ev qonax veguhere qonaxa aştiyê, çi ji destê me were em ê bikin."
Ev hevdîtin di demekê de tê ku piştî komeke PKKê çekên xwe danî, li Enqereyê gavên girîng ên di çarçoveya "prosesa nû ya aştiyê" de tên avêtin. Şanda DEM Partiyê îro bi awayekî cuda bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re civiyan, da ku piştgiriyê ji bo prosesê berfireh bikin.