Helwesta Amerîkayê li beranberî êrîşên li ser bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê

Tammy Bruce
Tammy Bruce

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz ji Bexdayê jî kir ku, destan ji siyaseta xwe ya mûçe û petrolê ya bi Hewlêrê re berde.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) di derheqa êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê de ji rojnamevanan re ragihand, “Êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û me di demên berê de jî ew êrîş red kirine.”

Tammy Bruce herwesa got, "Me bi eşkereyî diyar kiriye ku em li benda Iraqê ne ku, di mijarên mûçe û petrolê û arêşeyên din de destan ji wî rengê serederiyê bi Herêma Kurdistanê re berde.”

Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê pêr (Sêşem, 15ê Tîrmeha 2025ê) jî got, “Wîlayetên Yekgritî yên Amerîkayê êrîşên bi dronan ên vê dawiyê li seranserî Iraqê, tevî her du êrîşên bi dronan ên 14 û 15ê Tîrmehê jî li ser jêrxaneya girîng a zeviyên petrolê yên Xurmeleyê û Sersinkê li Herêma Kurdistana Iraqê, şermezar dike.”

Dijeterora Kurdistanê îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Seet 7:10 ê êvara îro, careke din bi rêya droneke bombekirî êrîşî ser zeviya petrolê ya Hand Oilê ya Amerîkayî li komelgeha Baedrê, ku girêdayî qezaya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê ye, hat kirin.”

Ev jî di demekê de ye ku, di navbera seet 6:00 û 07:14 ê sibeha îro de bi rêya çar dronan êrîşî sê zeviyên petrolê hat kirin, ku du ji wan li rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê û yek jî li qezaya Şêxanê ya Dihokê ye.