Wezîrê Pêşmerge bi rayedarên Amerîka û Iraqê re mijara mûçeyên Pêşmergeyan nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl bi vexwendineke fermî ya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê gihîşt Bexdayê û mijara mûçeyên Pêşmergeyan û mûçexurên Herêma Kurdistanê bi rayedarên payebilind ên Iraq û Amerîkayê re nîqaş kir.
Wezîrê Pêşmerge li Koşka Komarî ya Iraqê bi Serokê Iraqê Letîf Cemal Reşîd re civiya. Di wê civînê de, Serokê Iraqê bi Wezîrê Pêşmerge re behsa dawî pêşhatên ewlehiyê yên Iraq û deverê û herwesa têkiliyên di navbera artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge de kirin.
Wezîrê Pêşmerge di derheqa mûçeyên Pêşmerge û fermanberên Herêma Kurdistanê de ragihand, “Mûçexurên Herêma Kurdistanê û bi taybetî hêzên Pêşmerge di rewşeke darayî ya dijwar de ne lê bi xwestek û îradeyeke bilind a Kurdistanî û bi awayekî xweragirane li ser parastina tenahî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û deverê berdewam in.”
Wezîrê Pêşmerge hêvî kir ku, peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de di zûtirîn dem de bê bicihanîn û mûçeyên fermanber û Pêşmergeyan bi lez bên şandin.
Li ser vexwendina Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Ferîqê Yekê Michael Kurilla, Wezîrê Pêşmerge tevlî merasîma lihevguhertina Fermandariya Hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê bû. Wezîrê Pêşmerge pesnê rola General Leahy da, ku di dema Fermandariya Hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan de li Iraq û Sûriyeyê bi awayekî dilsozane palder û piştevanekî berdewam ê Wezareta Pêşmerge bû.
Herwesa Wezîrê Pêşmerge û efserên Wezareta Pêşmerge hevahengî ji bo Cîgirê General Leahy li Iraq û Sûriyeyê Emîd Kevin G. Lambert kir. Wezîrê Pêşmerge daxwaz kir ku, Amerîka ji bo biserxistina pêvajoya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de alîkar û piştevanî berdewam be.
Piştre Wezîrê Pêşmerge serdana Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê û Fermandarê Operasyonên Hevpar kir, ku di wê serdanê de li ser hevfêmkirina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, mijara mûçeyên Pêşmerge û fermanberên Herêma Kurdistanê û livînên terorîstên DAIŞê û rewşa Ewlehiya deverê nîqaş kirin.