Sefîn Dizeyî: Em dixwazin em û Îran bibin du cîranên baş

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, têkiliyên wan bi Îranê re pir baş in û ew dixwazin wan pêşve jî bibin.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, “Îran cîrana me ye, hêzeke deverê ye û têkiliyeke me ya dîrokî ya dûr û dirêj bi wê re heye.”
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve herwesa got, “Zêdetirî 10 milyon xûşk û birayên me yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Tevî wê yekê jî, têkiliyên me yên dîplomatîk bi Îranê re hene û konsulxaneya wê jî li Hewlêrê heye.”
Sefîn Dizeyî tekez jî kir, “Em dixwazin bibin cîranên baş û rêzê li hev bigirin, lê çend bersiva vê xwesteka me hatiye dan, ew pirsyareke din e.”