Erdogan: 'Tirkiyeya Bêteror' projeya gel e, bila kes pêvajoyê neke qurbana berjewendiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê piştî civîna kabîneya hikûmetê, pêvajoya nû ya bi navê "Tirkiyeya Bêteror" weke "projeya gel" bi nav kir û bi awayekî tund bang li opozîsyonê kir ku pêvajoyê têk nedin û ji bo berjewendiyên teng nekin qurbanî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 28ê Tîrmehê di axaftina xwe ya piştî civîna kabîneyê de ragihand, ew bi biryar in di pêvajoya aştiyê de bimeşin û got, "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror projeya gelê me ye. Em dibînin ku ev xewna me gav bi gav dibe rastî. Bila dilê kesî neêşe. Ev rêya ku me dest pê kiriye, dê me bigihîne Tirkiyeyeke ku hem ji aliyê demokrasî û hem jî ji aliyê aboriyê ve bihêztir be û dawiya wê jî biratiya gelê me ye."

Erdogan amaje bi wê yekê kir, li herêmên Bakurê Kurdistanê kelecaneke erênî heye û got: "Her ku pêvajo pêş dikeve, pirs namînin. Keşeke geşbîn li herêmên me yên Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anadoluyê serwer e."

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn, ew giringiyê didin zelalbûn û beşdariyeke berfireh û got: "Me bi awayekî eşkere daxwaza xwe ya ji bo beşdarbûna hemû aliyên di parlamentoyê de ragihandiye. Serokê Saziya Îstixbarata me ya Niştimanî (MÎT) ji bo vê mebestê bi aliyan re civîn pêk anîne."

Di dawiya axaftina xwe de, Erdogan bi zimanekî tund hişyarî da aliyên ku li dijî pêvajoyê ne û got: "Têkoşîna Tirkiyeyê ya ji bo rizgariya ji kelemên terorê, nabe ku bibe qurbana berjewendî û danûstandinên teng. Tiştek tune ku têkdana pêvajoyê rewa bike. Berevajî vê, ne gel û ne jî dîrok dê li vê şaşiyê biborin."

 
Fly Erbil Advertisment