Komîsyona Pêvajoya Aştiyê civiya: Pêşniyar û armanc çi ne?

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona taybet a Parlamentoya Tirkiyê ku ji bo Pêvajoya Aştiyê hatiye damezrandin, îro 5ê Tebaxê civîna xwe ya yekem lidar xist. Ev pêngav weke qonaxeke nû û girîng di Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de tê dîtin ku armanca wê ya sereke avakirina bingeheke yasayî ji bo çareseriyê ye.

Pêvajoya aştiyê ku ji piştî daxuyaniya Serokê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiriye û tê de gelek qonaxên wekî hevdîtinên li Îmraliyê û serdanên şandeyan hatine dîtin, bi damezrandina vê komîsyonê re derbasî qonaxeke fermî û yasayî dibe.

Armanc û Pêkhateya Komîsyonê

Ev komîsyona ku ji 51 endamên partiyên siyasî yên di parlamentoyê de pêk tê, armanca wê ya sereke ew e ku bingeheke yasayî ji bo Pêvajoya Aştiyê amade bike, da ku gavên tên avêtin di çarçoveyeke qanûnî de bin.

Dabeşkirina endaman di komîsyonê de wiha ye:

AK Partî: 21 endam
CHP: 10 endam
MHP: 4 endam
DEM Partî: 4 endam
Hevpeymaniya Yênî Yol (DEVA, Sîberoj, Saadet): 3 endam
Huda Par, Yeniden Refah, TİP, EMEP, DSP, û DP: Her yek 1 endam
ÎYÎ Partî bi 3 endaman beşdarî komîsyonê nabe.

Navên Cuda, Nêrînên Cuda

Yek ji mijarên sereke yên civîna yekem, diyarkirina navê komîsyonê bû. Her partiyekê li gorî nêrîna xwe navek pêşniyar kir, ku ev yek cudahiya nêrînên wan jî radixe ber çavan:

AK Partî: Tirkiyeya Bêteror
DEM Partî: Aştî û Civaka Demokratîk
CHP: Demokrasî, Dadperwerî û Lihevkirina Civakî
MHP: Yekrêzî û Hevdengiya Neteweyî

Kar û Erkên Komîsyonê

Komîsyon dê li ser çend xalên stratejîk bixebite ku dê rasterast bandorê li paşeroja pêvajoyê bikin:

1.    Amadekirina Pêşnûmeyên Nû: Amadekirina pêşniyarên yasayî ji bo pêşxistina pêvajoyê.

2.    Sererastkirina Yasayan: Guhertin an jî sererastkirina yasayên heyî, bi taybetî Yasaya Sizakirinê û Yasaya Dijî Terorê.

3.    Çarenivîsa Endamên PKKê: Gotûbêjkirina paşeroj û çarenivîsa endamên PKKê.

Pêşniyarên ku ji aliyê komîsyonê ve tên amadekirin, dê ji bo biryardana dawî ji Parlamentoyê re bên şandin û li wir dê deng li ser bê dayîn.

Mekanîzmaya Biryardanê

Biryarên di nav komîsyonê de dê bi rêya dengdana piranî bên standin. Dema karkirina komîsyonê heta 1ê Cotmehê hatiye destnîşankirin û divê di nava van du mehan de karên xwe bi dawî bîne. Ev pêngav ji aliyê gelek derdoran ve weke destpêkeke nû ji bo çareseriyeke siyasî û mayînde tê nirxandin.

 
Fly Erbil Advertisment