Serok Barzanî û Xemîs Xencer li ser pirsgirêkên pêvajoya siyasî ya Iraqê axivîn

Serok Barzanî û Xemîs Xencer
Serok Barzanî û Xemîs Xencer

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê kir û pê re li ser rewşa siyasî ya Iraq û deverê danûstandin kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraq û deverê li hev guhertin û ronahî berda ser pirsgirêk û qebxwaziyên nav  pêvajoya siyasî ya Iraqê û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê.

 

 
Fly Erbil Advertisment