Nezaket Hisên: Aloziyên siyasî navûdengê Herêma Kurdistanê xirab dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayeke Ragihandinê li ser bandorên neyînî yên êrîşên li ser rêxistinên civaka sivîl û dezgehên medyayê haydarî da û got, “Ev kiryar zirareke mezin didin tevaya pêvajoya siyasî, azadî, tenahiya civakî û mafên mirovan.”
Şarezaya Ragihandinê Nezaket Hisên îro (Yekşem, 7ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Êrîşên li ser dezgehên medyayê û rêxistinên navneteweyî dê bandoreke neyînî li ser tevaya pêvajoya azadiyê li Herêma Kurdistanê û mafên mirovan bikin.”
Nezaket Hisên tekez jî kir ku, ev rewş ne tenê di nav welatiyan de lê herwesa di nav rêxistinên navneteweyî, geştiyaran û kesên ku dixwazin ji tenahî û ezmûna Herêma Kurdistanê feydeyî werbigirin de jî dibe sedema tirs û dudiliyê.”
Şarezaya navbirî rexne li wê yekê girt ku çalakiyên sivîl, mirovî û rojnamevaniyê di dema pevçûnên siyasî yên di navbera aliyan de dixin xetereyê. Herwesa got, "Nabe ku hemî warên din ji ber aloziyên siyasî yên di navbera du koman de bixin xeterê, ji ber ku ev li dijî mafên mirovan û qanûna navneteweyî ye.”
Wê şarezayê amaje jî da, “Jîngeha aram û tena ya Herêma Kurdistanê yek ji xalên wê yên bihêz bû, lê mixabin ev aloziyên siyasî yên ku dibin sedema tirsandinê dê azadî û baweriya Herêma Kurdistanê bi mafên mirovan xirab bikin."
Nezaket Hisên di derheqa bandora vê rewşê li ser hebûna rêxistin û şîrketên navneteweyî de jî ragihand, “Her devereke ku aloziyên siyasî û netenahî lê hebe, rêxistinên navneteweyî û veberhêner ji wê dûr dikevin ji ber ku ew canê xwe naxin xeterê."
Şarezaya navbirî wekî nimûne amaje da rewşa parêzgeha Silêmaniyê di salên borî de û got, "Alozî û pevçûnên vê deverê bandor li ser nemana mezinbûna çalakiyên sivîl, aborî û veberhênanê, û heta veberhênana navxweyî jî kiriye, ji ber ku xelk nikare li cihekî veberhênanê bike ku ji tirsa biserdegirtinê an şewitandinê hebe."
Her wê şarezayê Ragihandinê tekez jî kir ku, tevî hebûna her alozî û pevçûnekê, karê rojnamevaniyê rûbirûyî xeterê dibe. Herwesa got, "Me di aloziyên dema borî yên Silêmaniyê de dît ku, rojnamevan hatin girtin, êrîşî wan hat kirin û tiştên wan jê hatin standin. Her aloziyeke siyasî rasterast bandora neyînî li karê rojnamevanan dike û canê wan dixe xeterê."
Nezaket Hisên di derheqa rola Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de jî ragihand, “Sendîka her tim berevana mafên rojnamevanan bûye, lê aloziyên ji nişkê û awarte karên wan jî asteng dikin û di wê demê de ew tenê dikarin lêkolînê li ser cihê rojnamevanên girtî bikin, daxwaza azadiya wan bikin an jî ragihandinekê derbixin.”
Navenda Metroyê jî her îro di ragihandinekê de amaje da ku, êrîşên li ser nivîsîngehên rêxistinên navxweyî û yên biyanî binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye, herwesa êrîşên bi vî rengî xetera wê yekê jî heye ku Herêma Kurdistanê ji bo karê rêxistinên biyanî bikin cihekî ne ewle.