HSDê û Hevpeymanan manoreke leşkerî ya hevpar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymanan şevêdî li bakurê bajarê Hesekeyê yê Rojavayê Kurdistanê manoreke leşkerî ya hevpar kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymanan şevêdî (Yekşem, 7ê Îlona 2025ê) li bingeha leşkerî ya hêzên Hevpeymanan li gundê Qesrekê li derdora bajarkê Til Temerê li bakurê bajarê Hesekeyê yê Rojavayê Kurdistanê manoreke leşkerî ya hevpar kir.
Li gorî zanyarên xelkê wê deverê, balafirên leşkerî yên Hevpeymanan di dema wê manora leşkerî ya hevpar de li Til Temerê pir nizm li asmanê wî gundî firîne û balafirên şer jî heta sibehê li ser wê manorê berdewam bûne.
Çavkaniyeke leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Dengê wan teqînan li bingeha leşkerî ya Qesrekê di çarçoveya manor û rahênanên leşkerî yên hevpar ên di navbera HSD û hêzên Hevpeymanan de ye.”
Hêza Operasyonên Hevpar di beyannameyekê de ragihand, “Hefteya borî jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymanan manoreke leşkerî ya wekî vê manora leşkerî ya şevêdî kiribû, ku ji bo dema pênc rojan berdewam bûbû û tê de gelek balafirên şer, teqîn û teqe hebûn.”