Mela Bextyar: Demokrasî yekane rêya çareserkirina pirsgirêkên Iraq û deverê ye

Mela Bextyar
Mela Bextyar

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetvanekî navdar ê Kurd tekez li ser girîngiya pêşxistina demokrasiya rastîn kir û wekî yekane rêya çareserkirina pirsgirêkên Iraq û deverê hesiband.

Siyasetvanê navdar ê Kurd Mela Bextyar îro (Yekşem, 12ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Ger demokrasî neyê bicîhanîn, rewşa Iraq û deverê dê xirabtir bibe.” Herwesa got, "Yekane rêya çareserkirina hemî pirsgirêkan ew e ku, em ber bi demokrasiya rastîn ve biçin."

Mela Bextyar di derheqa bûyera Lalezarê de jî helwestek tund nîşan da û got, "Ji destpêkê heta dawiyê, min tiştek qebûl nekir."

Navbirî li ser cudahiyên di navbera pêvajoya demokrasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê de amaje da, “Herêma Kurdistanê di vî warî de ji Iraqê pêşketîtir e.” Herwesa got, "Em li Herêma Kurdistanê bi rêjeyê ji Iraqê çêtir in; me berî wan dest pê kir."

Wî siyasetvanê Kurd li ser girîngiya demokrasiyê ji bo neteweyên bindest ron kir, "Demokrasî di nerîna neteweyên bindest de ji ya neteweyên serdest pir girîngtir e. Ew neteweyên serdest in, em neteweyên bindest, lewma demokrasî ji bo me mîna av û bayan e.”

Mela Bextyar herwesa ragihand, “Tevî hebûna cudahiyan, demokrasiya li Iraqê li gorî ya li welatên Erebî ne xirab e, lê demokrasî li cem me ne tenê sîstemek e, ew bingeheke pir girîng e."

Fly Erbil Advertisment