Kamaç: Divê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî zemîneke yasayî were amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Mihemed Kamaç, axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li parlamentoyê li ser "Pêvajoya Çareseriyê" wek "erênî" nirxand, lê tekez kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bipêş ve biçe, divê hikûmet pêngavên şênber û yasayî bavêje. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Mihemed Kamaç ji K24ê re, gotûbêjên li ser "Pêvajoya Çareseriyê" û axaftina dawî ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li parlamentoyê nirxand.

Kamaç di destpêka axaftina xwe de, gotinên Erdogan ên di vekirina sala nû ya yasadanînê de wek nîşaneke erênî bi nav kir û got: "Ez axaftina îro ya Erdogan, bi taybetî li ser pêvajoyê û ziman, erênî dibînim. Piştî nêzî 10 salan, cara yekem e zimanekî wiha erênî tê bikaranîn."

"Divê Pêngavên Kurdan Bê Bersiv Nemînin"

Kamaç bal kişand ser pêngavên ku di dema Pêvajoya Çareseriyê de ji aliyê aliyê Kurd ve hatine avêtin û destnîşan kir, divê hikûmet jî bi heman awayî gavên şênber bavêje û got: "Pêvajoya çareseriyê ne bi awayekî yekalî pêşve çû. Li ser banga Birêz Ocalan, hêzên girêdayî PKKê ji axa Tirkiyeyê derketin. Ev pêngavên şênber bûn. Ji ber vê yekê, divê dewlet û desthilatdarî van pêngavên ku hatine avêtin, bê bersiv nehêlin."

Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê êdî ne dem dema baweriyê, lê dem dema avêtina gavên yasayî ye û wiha pê de çû: "Em vê yekê ne wekî baweriyekê, lê wekî mecbûriyetekê tînin ziman. Gerek desthilatdarî pêngavên şênber li ser bingeha yasayî bavêje. Guman di nava civakê de heye ku gelo dê encama vê pêvajoyê çi be. Ji bo ku ev guman ji holê rabe, divê nûnerên desthilatdariyê zimanê xwe biguherînin û zimanekî ku li gorî ruhê pêvajoyê ye bi kar bînin."

"Ji bo Azadiya Ocalan û Girtiyên Siyasî Zemîneke Yasayî Pêwîst e"

Kamaç da zanîn jî, ji bo çareserkirina pirsa Kurd divê zemîneke yasayî were amadekirin û azadiya girtiyên siyasî misoger bibe.

Herwiha got: "Em bawer dikin ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi awayekî saxlem biçe serî, divê pêngavên yasayî werin avêtin. Ev mesele ne wek meseleyeke sûcdariyê ye ku mirov efû bike. Ev pirsgirêkeke sed salan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê pêşî li encaman were girtin. Ji bo ku Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin, divê zemîneke yasayî were avakirin. Em bawer dikin ku di vê serdema nû ya parlamentoyê de, li gorî rastiya pêvajoyê, dê huqûqeke zemînî were avakirin."

 
Fly Erbil Advertisment