Welatî rojane dipirsin; Gelo Serokwezîr sibe çi proje vedike?

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Trendek an peyvek û gotineka berbelav di nav welatiyên Herêma Kurdistanê de belav bûye, ew her roj li ser torên civakî şîroveyan dinivîsin û dipirsin; Gelo Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê sibê çi proje veke?

Nêzîk e ku peyva 'dîsa sibe' bibe trendek salê, ciwan û mezin rojane wê dibihîzin û di nav xwe de dubare dikin. Ev trend sozên Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan dide, ku ji destpêka kabîneya xwe ve ew soz dabûn Kurdistaniyan û kirine kiryar û ji wan re bi cih anîn û xewnên zêdetirî sî salan di demeka kurt de bi cih anîn û miraza dilê wan hasil kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî karwanê avedaniyê yê Kurdistanê berdewam kiriye, her roj projeyên girîng û stratejîk vedike. Ev yek jî bûye sedem ku welatî û Kurdistanî her roj bi dilgermî li bendê bin û bipirsim; Gelo Serokwezîr sibe çi proje vedike?”

'Dîsa sibe' bûye trendeka medyaya civakî jî. Welatî û Kurdistanî berdewam li ser rûpelên Kurdistan24ê yên platformên medyaya civakî dinipirsin: Gelo Serokwezîr dê sibe serdana kîjan bajar û deverê bike û dê kîjan projeyan veke?"

Hejmara projeyên ku ji hêla Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve tên vekirin ewqas zêde bûye ku, Google Map vê ra nagihe ku wan cihan destnîşan bike û li ser nexşeya deverê diyar bike, lewma tê gotin: “Projeyên Mesrûr Barzanî Google Map matmayî kiriye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro jî (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) li Dihokê projeya Xeta Stratejîk a Boriya Gaza Xwezayî ji Hewlêrê bo Dihokê vekir û di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî di wê gotarê de got: “Tevî ku berî niha jî zehmeteka zêde, astengiyên zêde û rêgiriyên zêde ji bo me hatine pêş ku nehêlin ev proje bi ser bikevin, spas ji bo Xudê me karî van projeyan bi cih bînin û wê xewna ku gelek kesan hebû bikin rastî.”

Her îro peyamnêrê Kurdistan24ê jî ew pirsyara welatiyan û Kurdistan rasterast ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ka gelo sibe dê çi proje veke, Serokwezîr girnijî û got: "Ez jî nizanim sibe dê çi proje vekim, lê ez hêvî dikim ku gelê me ji hejmara mezin a projeyên ku têne bicîhanîn newestin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Heke Xudê piştevanê me be, em dê projeyên zêdetir û çêtir bixin di xizmeta welatiyên Kurdistanê de.”

Em wekî dezgeha Kurdistan24ê gelek girîngiyê didin şîrove û daxwazên welatiyan û wan li bendê nahêlin, ji ber vê yekê em ji wan re dibêjin: Sibe na lê dusibe, ku dibe roja Pêncşemê (30ê Cotmeha 2025ê), Serokwezîr dê dara yekê ya projeya Kembera Kesk a Hewlêrê biçîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment