Serok barzanî serdana nav bajarê Dihokê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) danê êvara di çarçoveya serdana xwe ya bajarê Dihokê de serdana nav wî bajarî jî kir.
Serok Barzanî serdana Parka Serhildanê ya bajarê Dihokê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku, parkeka nû li yek ji taxên hejaran ên Dihokê bi awayekê nûdem hatiye vekirin. serok Barzanî herwesa hêvî kir ku, Dihok û bajarên din ên Kurdistanê jî bêtir avedan bibin û pêş bikevin.
Serok Barzanî vê êvarê herwesa serdana Çayxaneya Şehîdan a li nav sûka Dihokê jî kir, ku wêneyên şehîdên şerê li dijî DAIŞê û şehîdên şoreşên Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê û kelûpelên kevin ên Kurdewarî lê hatine danan.
Serok Barzanî destxweşî li xwediyên wê çayxaneyê kir, ji ber bizavên wan ên neteweyî û Kurdperwerane û dilsoziya wan ji bo xwîna şehîdan, herwesa soz da wan ku dê alîkariya wan bike da ku wê çayxaneyê wekî cihekê çandî û girîng li nav bajarê Dihokê berfireh bikin.
Serok Barzanî di çarçoveya wê serdanê de bi welatiyên wî bajarî re jî hevdîtin û çavpêkeftin kirin.
