Elî Teter: Boriya gazê ya Hewlêr-Dihokê bi sedan projeyên din dide xebitandin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Dihokê di çarçoveya merasîma projeya stratejîk a gihandina boriya gaza xwezayî ji Hewlêrê bo Dihokê de amaje da ku, kar û projeyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bibin sedema zêdetir pêşveçûn û avedaniyê li Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) got: “Ev proje dê bi sedan projeyên din bide xebitandin, herwesa dê xizmeta projeya Ronakiyê jî bike û tevahiya Iraqê dikare feydeyî jê werbigire.”

Parêzgarê Dihokê herwesa spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, ji ber wê avedanî û xebat û projeyên ku di demên borî de kirine û yên ku niha jî dike.

Elî Teter amaje jî da: “Navenda Parêzgeha Dihokê û derdora wê ji projeya Ronakiyê feyde wergirtiye.” Tekez jî kir ku, berdewamiya xebat û projeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bibe sedema zêdetir pêşveçûn û avedaniyê li Herêma Kurdistanê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) li Dihokê projeya Xeta Stratejîk a Boriya Gaza Xwezayî ji Hewlêrê bo Dihokê vekir û di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

 
 
Fly Erbil Advertisment