Kemal Mihemed: Me zêdetirî 5 milyon bermîlên petrolê radestî SOMOyê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi Wekalet û Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Jêrxaneya elektrîkê ya Herêma Kurdistanê dikare 8.200 MW elektrîkê hilberîne.” Eşkere jî kir ku wan, heta duhî zêdetirî 5 mîlyon bermîlên petrolê dane destê şîrketa SOMOyê.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi Wekalet û Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re hûrguliyên sektora elektrîkê ya Herêma Kurdistanê berçav kirin.
Kemal Mihemed ragihand: “Jêrxaneya elektrîkê ya Herêma Kurdistanê dikare 8.200 MW elektrîkê hilberîne lê hemî naxebite, wek westgeha Dukanê ku dikare 400 MW hilberîne lê berdewam ewqasê hilnaberîne.” Amaje jî da ku, niha daxwaza Herêma Kurdistanê li ser elektrîkê nêzîkî 3.500 MW e.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi Wekalet û Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa berdewamiya projeya dabînkirina elektrîka 24 saetî jî kir û got: “Heta niha nêzîkî 55% ji hevparên elektrîkê elektrîka 24 saetî heye.”
Navbirî herwesa ragihand: “Di demeka nêzîk de rêveberiyên serbixwe yên Zaxo, Soran û Raperînê jî dê elektrîka 24 saetî werbigirin, ku bi tevahî digihîje çar milyon û 500 hezar hevparên. Herwesa armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku, heta dawiya sala 2026ê elektrîka 24 saetî ji tevahiya Herêma Kurdistanê re bê peydakirin.”
Kemal Mihemed di bersiva pirsyarekê de li ser mîqdara petrola ku ji hêla Herêma Kurdistanê ve ji şîrketa SOMOyê re hatiye şandin got: “Heta duhî me ji 5 milyon û 500 hezar bermîlên petrolê zêdetir ji şîrketa SOMOyê re şandine.”
