Serok Barzanî: Em bi hemî awayan dîktatoriyê red dikin

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di civîna xwe ya li gel texên cuda yên Neynawa û Şingalê de tekez kir: “Ger Iraq bibêje ku bila ne federalîzm, ne destûr û ne jî Herêma Kurdistanê bimîne, em bi hemî awayan dîktatoriyê red dikin.” Herwesa got: "Ji bo me, Neynawa û bajarê Mûsilê bi şênî û axa xwe ve girîngiyeka taybet heye."

Baregayê Barzanî ragihandinek weşand û tê de amaje da: “Serok Barzanî êvara îro (Çarşem, 29ê Cotmeha 2025ê) li bajarê Dihokê bi hin ji texên cuda yên Neynawa û Şingalê re civiya.

Serok Barzanî di wê civînê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Ji bo me, Neynawa û bajarê Mûsilê bi şênî û axa xwe ve girîngiyeka taybet heye, û ev yek ji bo Herêma Kurdistanê dirêjkirin e, bi taybetî jî herdu parêzgehên Dihok û Hewlêrê û berevajî jî.” Herwesa bal kişand ser têkiliyêm dîrokî û Neynawa wekî Iraqeka biçûkkirî di warê pêkvejiyanê de binav kir.

Serok Barzanî li ser şerê li dijî DAIŞê û rola Pêşmergeyan di şkandina DAIŞê û azadkirina Neynawa û Şingalê de jî got: “Me dît ku li deverê çi qewimî û we dît ku çawa Pêşmergeyan hemî pêkhate parastin û canê xwe feda kir da ku nirx û ruhê welatiyên li Neynawa, Dihok û hemî deverên din biparêzin. Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de 12 hezar şehîd û birîndar dan.”

Serok Barzanî herwesa li ser rola Herêma Kurdistanê di alîkarîkirina xelkê lêqewimî û zilimlêkirî de jî tekez kir: “Herêma Kurdistanê ji bo hemî welatiyan bê cudahî penageheka ewle bû û dê ji bo hemî welatiyên Iraqê bê cudahî penagehek bimîne.”

Serok Barzanî amaje jî da: “DAIŞê tawanên hovane kirin û zirar li rewşê, biratî û pêkvejiyanê kir, lê bi bizavên dilsozan ji hemî ol, mezheb û neteweyan ew arêşe hat rakirin.”

Tekez jî kir: “Nakokiya bi desthilatê re tiştek e û têkiliyên civakî û têkiliyên gelan tiştekê din e û nabe ti rewşek bandorê li vê têkiliya pîroz bike.”

Serok Barzanî di derheqa hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena nûnerên Iraqê de hêvî kir ku, ev hilbijartin bibin sedema encameka cuda ji hilbijartinên berê û alîkariya pêvajoya siyasî bikin ku vegere ser rêya xwe û vegere pabendbûna bi destûrê û hersê bingehê hevparî, hevsengî û hevdengiyê.

Serok Barzanî di derheqa destûra Iraqê de jî tekez kir: “Destûrê maf û erk diyar kirine û têra hindê tê de heye ku, em piştgirîya wê bikin û pê serbilind bin.”

Serok Barzanî li ser madeyên 111 û 112ê yên destûrê, ku girêdayî mijara petrol û gazê li Iraqê ne, ronkirineka pêdivî pêşkêş kir û tekez kir: “Divê em vegerin ser destûrê û heke ew bibêjin ku bila ne federalîzm, ne destûr û ne jî Herêma Kurdistanê bimîne, em bi hemî awayan dîktatoriyê red dikin.”

Serok Barzanî dipareka din a gotara xwe de tekez kir ku, wî berbijarên PDKê erkdar kirine ku ne tenê nûnerên Herêma Kurdistanê bin, lê nûnerên tevahiya Iraqê û pêkhateyan jî bin. Behsa dema şoreşa Îlonê jî kir û got: "Me tu rojekê û tu carekê hizir di kiryarekê de nekir ku welatiyên Iraqê biêşîne, li tu bajarekî Iraqê, ji başûr heta bakurê Iraqê.”

Serok Barzanî li dawiyê jî ji kesên amadebûyî û xelkê Neynawa û Şingalê re ragihand: “Dengê xwe bidin wê partiyê û wî kesî yê ku xizmeta we dike û hûn difikirin ku ew dikare berevaniyê ji mafên we bike. Ev ji we re maye û we azadiyeka temam heye.”

Serok Barzanî tekez jî kir: “Em guh nadin hin kesên ku gef kirine, ev taya hilbijartinan e û ti nirxek nîne, ji ber ku em dizanin ku ew nûnertiya raya welatiyan nakin, xasma jî raya cadeya Erebî.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment