Karsaz: Vekişîna PKKê Dê bi xwe re geşepêdana aboriyê bîne

Diyarbekir (K24) – Derbarê vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiyeyê de Karsazên Bakurê Kurdistanê dibêjin gavek erênî û dîrokî ye ku dê bi xwe re aramî, seqamgirî û geşepêdana aboriyê bîne, siyasetmedar jî dibêjin dora gav avêtinê li Parlementoyê ye û dibe ku bi hevdîtina Recep Tayyîp Erdogan û Dem Partiyê re girêdayî gavên hiquqî werin avêtin. 

Piştî ku PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişandiye û ji bo ku zemîna provakasyonê çênebe bi awayeke bibiryar helwesta xwe nîşan didin karsazên Bakurê Kurdistanê jî bi erênî pêşwaziya vê gavê kirin. Komeleya Pîşesaz û Cîhana Kar a Diyarbekir bi daxuyaniyekê amaje kir ku mifteya geşepêdana aboriyê aştî û asayîbûn e ku bang li hemu aliyan hat kirin ku piştgiriya pêvajoyê bikin û li ser avakirinê helwest nîşan bidin.

Serokê Komeleya Pîşesaz û Cîhana Kar a Diyarbekirê (DÎSÎDER) Şehmus Akbaş ji K24ê re got: “Ev gava PKKê avêtî tê wateya geşepêdanê, tê wateya hilberînê,  tê wateya aramî û ewlekariyê, tê wateya peydabuna kar bo ciwanan. Ev gav, gaveke dîrokî ye, di heman demê de nîşaneya wê yekê ye jî ku pêvajo li gorî pergalekê dimeşe û dê gavên nû jî werin avêtin. Em piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Di nava civakê de jî piştgiriyek xurt heye û gelek partiyên siyasî jî nav pêvajoyê de ne ku ji vî alîyî ve jî girîng e.”

Bi biryara vekişîna hêzên PKKê û hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û şandeya Dem Partiyê ve girêdayî siyasetmedar balê dikêşin ku niha zemîna avêtina gavên hiquqî xurt bûye û bo vê yekê jî bang tê kirin ku parlemento lezê bide xebatên xwe.

Serokê Partiya Însan Û Azadî Ahmet Kaya dibêje: “Ev gava PKKê avêtî dê pêşiya pêvajoyê jî bide vekirin, dê di nava raya giştî de jî guvaşekê li ser dewletê bide çêkirin ku ev e PKKê gav avêt û niha dora dewletê ye, gavên ku dewlet bavêje jî bi nêrîna min yasayên vegerê û rewşa girtiyên siyasî ye.”

PKKê di 11ê tîrmehê de çeken xwe şewitand, 5ê tebaxe de komisyona hevgirtina neteweyî biratî û demokrasiyê dest bi karên xwe kir û 26ê cotmehê de PKKê vekişîna hêzên xwe yên ji Tirkiyeyê ragihand ku niha pêşbînî û ew e ku dora gavavêtinê li dewletê ye û dibe ku derbarê yasaya vegerê û rewşa girtiyên siyasî de gav werin avêtin.

 
Fly Erbil Advertisment