Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Kembera Kesk a Hewlêrê aboriya Kurdistanê bihêztir dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi çandina dara yekem bi awayekî fermî dest bi Projeya stratejîk a Kembera Kesk a Hewlêrê kir. Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Mesrûr Barzanî tekez kir ku ev proje dê aboriya herêmê bihêztir bike û derfetên kar ji bo ciwanan biafirîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Cotmehê yekem dara zeytûnê li Projeya Kembera Kesl a li derdora Hewlêrê çand û ji rojnamevanan re got: "Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dê aboriya Herêma Kurdistanê bihêztir bike, derfetên kar ji bo ciwanan biafirîne û sektora çandiniyê jî pêş bixe."
Bandora li ser jîngehê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser bandora erênî ya projeyê li ser jîngehê û got: "Proje dê bandoreke gelek mezin li ser keşûhewaya Hewlêrê bike. Ji aliyekî ve, bi mijîna duoksîda karbonê û vegerandina oksîjenê ji bo bajarê Hewlêrê û derdora wê re, dikare jîngeheke saxlemtir, hewayeke paqijtir û jiyaneke baştir pêşkêşî welatiyan bike."
Derbarê Hilbijartinên Iraqê de
Derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, Serokwezîr Barzanî helwesta xwe eşkere kir û got: "Beşdariyeke me ya çalak di hilbijartinên Iraqê de dê hebe û em di wê baweriyê de ne ku berbijêrên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikarin parastina mafên xelkê Herêma Kurdistanê bikin û ji bo cîbicîkirina madeyên destûrî yên taybet bi gelê Kurd kar bikin. Nûnerên me dê berevaniyê li mafên hemû xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin."
Taybetmendiyên Projeya Kembera Kesk
Kembera Kesk a Hewlêrê dê bi firehiya du kîlometreyan û bi dirêjahiya 83 kîlometreyan be. Proje ji heşt deveran pêk tê û di qonaxa yekem de dê li ser rûbereke 13 hezar donimî, tenê darên zeytûn û fistiqan bên çandin. Herwiha ji bo misogerkirina avdana daran, dê bi dehan gol (pond) jî bên çêkirin.
Girîngîdana Kabîneya Nehem bi Jîngehê
Ev pêngav, beşek e ji planên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdekirina qadên kesk. Heta niha, bi avakirina 627 park û baxçeyên nû, hikûmetê karîbû rêjeya keskahiyê li Hewlêrê ji %9.1 bigihîne %19.8.
Di çarçoveya masterplana bajarê Hewlêrê de, Wezareta Şaredariyê xwedî planeke demdirêj e ku heta sala 2030î zêdetirî 100 milyon darî li paytextê biçîne, da ku Hewlêr bibe yek ji bajarên herî kesk ên herêmê.
