Kandîdên PDKê li Kerkûkê soza parastina zimanê Kurdî didin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di çarçoveya helmeta xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, soz û projeyên xwe yên bi rûyekî neteweyî û niştimanî pêşkêş dike. Yek ji sozên herî girîng ên partiyê, parastina zimanê Kurdî li bajarê Kerkûkê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.

Parêzer Miwefeq Elî Necim, kandîdê hejmar 13 ê li ser lîsteya 275an a PDKê li parêzgeha Kerkûkê, tekez kir ku parastina zimanê Kurdî di karnameya wan de xaleke sereke ye.

Necim got: "Em ji aliyê Serok Barzanî ve hatine raspardin ku bi her awayî parêzvaniyê li zimanê Kurdî bikin. Li gorî destûra Iraqê, zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî zimanekî fermî ye. Ev mafê me yê destûrî û yasayî ye ku em weke Kurd zimanê xwe biparêzin û ev yek di bernameya me de ji bo karê li Parlamentoya Iraqê yek ji mijarên herî girîng e."

Li gorî xala çaremîn a destûra Iraqê, zimanê Kurdî li kêleka Erebî zimanê fermî yê dewletê ye. Lê belê, li Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistanî, astengî û zehmetî ji bo bikaranîna zimanê Kurdî tên çêkirin.

Mamosayekî zanîngehê li ser vê mijarê wiha axivî: "Me di rabirdûyê de dît ku çawa li kolej û peymangehên Kerkûkê zehmetî ji bo xwendekarên Kurd dihatin derxistin. Ew neçar dihatin kirin ku bi zimanê Erebî binivîsin û bersiva pirsan bidin. Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku endamên pêşerojê yên parlamentoyê bikaribin dawî li vê pirsgirêkê bînin, ji ber ku ev mafekî destûrî û yasayî yê gelê Kurd e."

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, astengiyên li hemberî zimanê Kurdî, bi taybetî li zanîngeh û peymangehan, zêde bûne. Ji bo rakirina van astengiyan pêwîstî bi nûnerên bihêz û jêhatî heye û di lîsteya 275an a PDKê de girîngiyeke mezin bi vê mijarê hatiye dayîn.

 

 

Fly Erbil Advertisment