Sîdad Barzanî: Divê em bi dengên xwe destkeftiyên xwe biparêzin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serok Barzanî, Sîdad Barzanî di çarçoveya helmeta hilbijartinê de li Soranê gotarek pêşkêş kir û tê de tekezî li ser girîngiya beşdarbûna di hilbijartinan de û parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê kir. Di destpêka axaftina xwe de, wî spasiya hêzên hevpeyman kir ji bo piştgiriya wan a ji Hêza Pêşmerge re.
Sîdad Barzanî rexne li wan aliyan girt ku hewl dane rê li ber pêşketina Kurdistanê bigirin û bangeke girîng kir: "Ez daxwaz dikim ku berawirdiyek di navbera avadaniya Herêma Kurdistanê ji kabîneya yekem heta nehem, bi parêzgehên din ên Iraqê re bê kirin, tevî wê budceya mezin a ku ji bo wan hatiye terxankirin."
Nûnerê Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir, nabe siyaset li Iraqê bi zêdehiyê bê sepandin û got: "Eger Kurd 100 kursî jî bi dest bixin, lê eger lihevkirin neyên cîbicîkirin, em ê her weke kêmîne bimînin. Iraq li ser vî bingehî nehatiye damezrandin."
Sîdad Barzanî tekez kir, sindoqa dengdanê pîvan e û ji amadebûyan xwest ku bi hesta berpirsiyariya niştimanî biçin ser sindoqên dengdanê. Wî got: "Pêwîst e hûn bi xwe biçin dengdanê, ne ku em daxwazê ji we bikin. Hûn xwedî maf in û divê hûn berevaniyê li ax û niştimanê xwe bikin, çawa ku we rê neda planên nexwazan bên cîbicîkirin."
Di beşeke din a axaftina xwe de, wî amaje bi hewlên bêparkirina zarokên Kurd ji xwendinê bi rêya boykotê kir û ev hesta berpirsiyariyê bi taybetî arasteyî mamoste û perwerdekaran kir.
Di dawiyê de, Sîdad Barzanî daxwaz kir ku deng ji lîsteya hejmar 275 re bê dayîn û got: "Dengdana me hemûyan ji bo lîsteya 275an, dengdan e ji bo bihêzkirina Kurdistanê."
